• Wednesday, 18 February 2026
logo

Perlementerek HDP bi dê bi Kurdî sûnd bixwe

Perlementerek HDP bi dê bi Kurdî sûnd bixwe
Leyla Zana: yekemîn car di sala 1991 de bi Kurdî di perlementoya Tirkiyê de sûnd xwar.

Perlementara bajarê Amedê li ser lîsta Partiya Demokrata Gelan (HDP) “Feleknas Ocay” ragihand, “Ez bi zimanê Tirkî nizanim û dixwazim bi zimanê Kurdî sûnda perlementoyê bixum.”

Oca ragihand: “Ez bi Tirkî nizanim û dixwazim bi Kurdî sûnd bixum, Ez naxwazim kêşeyekê durust bikim, fire keltûrî tiştekî girînge, Ez perlementarekî demokratî xwazî Tirkiyê me, Perlemento cihekî fire reng û zimane û ez dixwazim bi Kurdî sûnd bixum û ev jî peyamekî gelek girînge ji bo cîbicîkirina demokratiyê li Tirkiyê.”

Binemala Oca Kurdên Êzidî ne, berî 44 salan ji Batmanê koçberî Elmaniya bûn, Felknas li Elmaniya ji dayik bûye û zimanê Kurdî, Elmanî û Inglîzî zane û berî niha bo du xulan endama perlementoya Ewropa bû.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di sala 1991 de bû perelmentera bajarê Amedê û bi kurdî sûnd xwar û wê demê bû pirsgirêkek mezin li Tirkiyê.

Basnews
Top