Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê bi dilê me ye
Serokê berê yê Îsraîlê di konfransa bi navê “Îsraîl di Rojhilata Navîn de” ku li bajarê Hirtsîliya yê wî welatî hatibû lidarxistin, derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de axivî û got:
“Ewa ku li Tirkiyeyê qewimî bi dilê me bû. Erdogan dixwast Tirkiyeyê wek Îranê lê bike, lê di Rojhilata Navîn de cihê du dewletên wek Îranê çênabe.”
Peres wiha domand: “Erdogan dixwast bibe srrokekî bihêz, lê hilbijartinan rê li ber wî girt. Ew encam ji Rojhilata Navîn û ji Îsraîlê re gellek êrênî bû.”
Ji aliyekê din ve Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Meryem Efxem derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de helwetsa Îranê aşkere kir û ragihand: “Tehran hêvî dike ew hilbijartin bibe sedema aştî û tenahiyê li navçeyê.”
Efxem herwiha got: “Îran dostê Tirkiyeyê ye û giringiyê bi hilbijartinên wî welatî dide û hêvî dike ku ew hilbijartin bibe sedema pêşketin û xweşderbaskirina xelkê Tirkiyeyê.”
Rudaw
