Serok Barzanî xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî Ezîz Muhemed kir
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Muhemed kir û balkêşande ser hevaltiya navbera Barzaniyê Nemir û Mamoste Ezîz di qonaxên curbicur yên xebata azadîxwaziya gelê Kurd de û pesnê helwestên dilsozane yên Ezîz Muhemed beramber bi gelê Kurd û doza gelê Kurd kir.
Her di hevdîtina han de Serok Barzanî bo rêz girtin ji xebata Mamoste Ezîz xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî Ezîz Muhemed kir.
