Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka kir
Li hevdîtinê de behsa encamên serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û tekez li ser berdewamî û berfirehtir kirina peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û rêyên şikestpêanîna terorîstên Da'îşê kirin.
Li beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin.
