• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka kir

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka kir
Roja sêşem 09.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mcgurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî dîplomasî û serbazî yê Amerîka kir.

Li hevdîtinê de behsa encamên serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û tekez li ser berdewamî û berfirehtir kirina peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û rêyên şikestpêanîna terorîstên Da'îşê kirin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin.

Top