Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û pêşhatên emniyên dawî û tehdîd û hereşeyên terorîstan ya li ser Iraq û navçeyê guftûgo kirin. Her wiha behsa rewşa parêzgeha Enbar, Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îşê nirxandin.
Li vê kombûnê da tekez li ser parastina ser û malê hemwelatiyan û koçberan kirin û bi pêwîstî jî zanîn ku rê li hemû hewlekî bigrin ku dibê sedema guherîna demografya navçeyên cûr bi cûrên Iraqê.
