Komisiyona hilbijartinên Tirkiyeyê encamên destpêkê piştrast kir
Li gorî encamên ku komisiyona bilinda hilbijartinên Tirkiyeyê belav kiriye, di hilbijartinên ji bo parlemana wî welatî de 56 milyon û 608 hezar û 817 hilbijêran mafê dengdanê hebûne û ji wê hejmarê, 47 milyon û 507 hezar û 389 kesan beşdarî di dengdanê de kirine û dengê xwe bi kar anîne.
Komisiyonê herwiha daye xuyakirin, ji dengên hatîn bikaranîn jî 46 mîlyon û 161 hezar û 49 deng hatine qebûlkirin û mîlyonek û 346 hezar û 340 deng jî hatine betalkirin.
Li gor daxuyaniya komisiyona hilbijartinên Tirkiyeyê, rêjeya beşdarbû di hilbijartinên vê carê de %83.92 bûye.
Li gorî encamên demkî yên hilbijartinê rêje û hejmara dengên herçar partiyên sereke standîn wiha ye:
AK Partiyê ji sedî 40.87 deng standiye û hejmara dengên wergirtî jî 18 mîlyon û 863 û 832 ye.
CHPê ji sedî 24. 95 deng wergirtiye û hejmara dengên wergirtî jî 11 mîlyon û 518 hezar û 404 e.
MHPê ji sedî 16,29 deng standiye û hejmara dengên wergirtî jî 7 mîlyon û 519 hezar û 103 ye.
HDPê jî ji sedî 13.12 deng standiye û hejmara dengên werirtî jî 6 mîlyon û 58 hezar û 150 ye.
Herwiha partiya ku ji bo kurdan daxwaza federasyonê dikir Hak-Parê jî 58 hezar û 698 deng wergirtine.
Herwiha hatiye ragihandin, ku li derveyî Tirkiyeyê jî AKPê 462 hezar û 316 deng, CHPê 146 hezar û 82 deng, MHPê 83 hezar û 383 deng û HDPê jî 196 hezar û 771 deng bi dest anîne.
