Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya nivîskarê navdarê Kurd Ehmed Şerîfî
Malbata rêzdar ya nivîskar û lêkolînerê navdarê Kurd, Ehmed Şerîfî
Nûçeya koça dawî ya rewşenbîr û nivîskar û lêkolîner û kesayetiyê nîştimanperwerê Kurdistanê, Kak Ehmed Şerîfî min xemgîn kir.
Kak Ehmed Şerîfî, wekî rojnamevan, dîroknivîs, lêkolîner û rewşenbîrekî bi ezmûn û bi şiyan, rolekî girîng li pêşxistina edeba Kurdî da dîtiye û ji destdana wî jî ziyanekî mezine.
Li vê helkefta xemgîn de ji dil ve serxweşiyê li malbata we ya têkoşer dikim û hevxemiyên xwe pêşkêşî we û xizm û kesukar û xelkê nîştîmanperwerê Mehabad û rewşenbîrên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim Kak Ehmed Şerîfî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.06.2015
