Amerîka 3 lîwayên Pêşmerge dadimezrîne
Çavkaniyeke agehdar ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji heftenameya Bas re ragihand ku, Amerîka dê bi çek û kelûpelên leşkerî wan her 3 lîwayan amade bike û got: “Niha Wezareta Pêşmerge kar ji bo yekxistin û damezrandina wan lîwayan dike, di van nêzîkan de wê derfet û mercên damezrandinê bo welatiyan aşkere bibin ku 9 hezar kes dikarin bibin Pêşmerge.”
Li gor ku çavkaniyê diyar kiriye, destpêka vê mehê şandeke amerîkî ligle Wezareta Pêşmerge civiya, di civînê de soza damezrandina 3 lîwayên Pêşmerge bi Wezîr Mistefa Seyid Qadir daye.
Bi gotina wê çavkaniyê, ji wan çekên ku bo Bexdayê wê bên şandin, dê Amerîka beşekî bo kurd û sineyan bişîne.
Di vê derbarê de, Endamê Komîteya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Qadir Wetman tekez kir ku, Amerîka soz daye ku ew amadeye amadekirina wan her 3 lîwayan bi çek û kelûpelên leşkerî bigre stûyê xwe.
Qadir Wetman aşkere kir ku, dê her lîwayek ji 3 hezar Pêşmerge pêk were, fermandarên wan lîwayan jî dê kesên akamdemeîsyan bin.
Basnews
