Bankên navdewletî amade ne alîkariya Kurdistanê bikin
Proje yasaya qerzên navdewletî ku berî çend rojan ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, niha jî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye şandind daku îmze bike, piştî îmzekirina yasayê, dê rê bi hikûmetê bê dayîn ku qerzên navdewletî werbigrin.
Çavkaniyeke taybet ji heftenameya Bas re ragihand ku, du banekên navdar ên elmanî û amerîkî amadebûna xwe bo pêşkeşkirina qerzan bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirîne, lê hikûmet çaverêyî biryara dawî a Barzanî ye li ser proje yasaya qerzên navdewletî.
Di proje yasaya navborî de hatiye ku, nabe qerzê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwaze ji bankan werbigre ji 5 milyar dolar zêdetir be, sûda wê jî ne bêhtir ji sedî 8 be.
Di vê derbarê de, Serokê Komîteya Darayî li Parlementoya Kurdistanê ji heftenameya Bas re amadebûna du bankên elmanî û amerîkî bo Herêma Kurdistanê piştrast kir.
Basnwes
