• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide

Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu, ji bo pêkanîna hikûmeta nû dê îstifanameya xwe bide Serokomar Erdogan.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu dê îro saet 17:00 li Koşka AK Sarayê bi Serokomar Erdogan re hevdîtin bike.

Di wê hevdîtinê de Davûtoglu ji bo pêkanîna hikûmeta nû dê îstifanameya xwe radestî Erdogan bike, paşê Erdogan jî dê partiya ku di hilbijartinên giştî de ji partiyên din zêdetir deng aniye ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.

Lê heta encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve neyên ragihandin, hikûmeta nû nayê avakirin lewma hikûmeta niha dê li ser karê xwe bimîne.

Tê zanîn, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Tirkiyê, AKP ji hemû partiyan zêdetir deng aniye lê bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne.

Rudaw
Top