• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Şingalê Pêşmerge êrişa DAIŞê têkşikand

Li Şingalê Pêşmerge êrişa DAIŞê têkşikand
Çekdarên DAIŞê îşev li navenda bajarê Şingalê êrişî ser hêzên pêşmerge kirin, lê rastî berxwedana pêşmerge hatin û êrişa wan hat têkşikandin.

Fermandeyê Lîwaya 12 a Hêza Pêşmerge li Şingalê emîd Izedîn Seido ragihand: “Îşev şeva duşemiyê di saet 21:15an de li gor dema Hewlêrê, çekdarên DAIŞê li rojavayê bajarê Şingalê êrişî hêzên pêşmerge kirin, lê rastî berteka tund a hêzên pêşmerge hatin û êrişa wan hat têkbirin.”

Izedîn Seido got: “Di vê êrişê de, DAIŞê çekên navend û giran bi kar anîn, lê nekarîn ti zirarekê bigihînin hêzên pêşmerge û li hember de zirarek mezin gihîşt çekdarên wê rêxistinê.”

Seido herwiha ragihand: “Di vê êrişê de, hêzên pêşmerge tenê bi rêya erdê şer kirin û balafirên hevpeymaniya navdewletî ti alîkarî nedan pêşmerge.”

Top