Şandeke Kurdistanî serdana welatên Rojhilata Navîn dike
Di civîna dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ligle aliyên siyasî de, biryara pêkanîna odeyeke hevahengiya hevbeş di navbera tevaya aliyên siyasî yên Kurdistanê de hat dayîn, piştî ku ew ode were pêkanîn û tevaya aliyan li ser yek projeyê lihev bikin, dê şandek ji odeya navborî serdana welatên erebî, Tirkiyê û Îranê bike.
Çavkaniyeke taybet jî ji heftenameya Bas re aşkere dike ku, mebest ji serdana wê şanda Kurdistanî ewe ku, Herêma Kurdistanê dixwaz niyazpakiya xwe zelal bike ku dixwaze bi awayekî aştiyane ji Iraqê cuda bibe.
Çavkaniyê got jî: “Dê şand ligel wan welatan behsa pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên madeya 140î bike, herwiha dê hewla bidestxistina piştgiriya wan welatên ku peywendiya wan a rasterast ligel Herêma Kurdistanê heye bide.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Lîsteya Eniya Tirkmenî li Parlementoya Kurdistanê Aydin Meirûf ji heftenameya Bas re da zanyariyên wê çavkaniyê piştrast kir û got: “Ew biryar di civîna dawî ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hatine dayîn.”
Basnews
