• Wednesday, 18 February 2026
logo

Karasû: HDP karekî xelet dike

Karasû: HDP karekî xelet dike
Endamê desteya serokatiya KCKê Mistefa Karasû rexne li HDPê girt û got, nabe HDP bêje “me dengên emanet bidest anîne”.

Mistefa Karasû li ser hilbijartinên giştî yên Tirkiyê ji televîzyona Med Nûçe ya nêzîkî PKKê re axivî.

Karasû diyar kir ku serkeftin ji bo AKPê tê wateya nebûna pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: “Serok Apo pêvajoyek da destpêkirin. AKP tevlî vê pêvajoya nebû lê li vir şûnde kî hikûmetê ava bike divê tevlî pêvajoyê bibe.”

Wî rayedarê PKKê li ser HDPê jî axivî û got, HDP li ser daxwaza Abdullah Ocalan wek partî tevlî hilbijartinan bû û ragihand, eger guvaş û êrişên HDPê nebûna HDPê dikarîbû %15ê dengan jî bîne.

Li gorî Karasû, hêza HDPê ya wê heye ku %30ê dengan jî bidest bîne

Mistefa Karasû rexne li Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş girt ku gotibû “em yên ku bi emanet deng dane me, poşman nakin” û wiha got:

“HDP vê yekê xelet dinirxîne. Ma her partiyek ji bo ku hilbijêrên nû bidest bîne, naxebite? Mînak; dengên elewiyan emanet nîne çimkî wan deng dane beyannameya HDPê ya hilbijartinê. Dibe hinekan ji bo ku HDP bendê derbas bike, denga dabin lê ew ne dengên emanet in. Divê nebêjin dengên emanet. HDP bi pîvanên xwe tevlî hilbijartinê bû û bi pîvanê xwe jî bi ser ket.”

Li ser pêkanîna hikûmetek hevpeyman jî Karasû got, li Tirkiyê pêwîstî bi wê heye ku partiyên siyasî û hizrên cuda li kêleka hev bin lê ev yek di AKPê de tine.

Mistefa Karasû anî ziman ku CHP û HDP dikarin bi hev re koalîsyonê ava bikin lê hejmara kursiyên wan têrê nake û îhtimala ku MHP piştgiriya wê wan jî bike, pir kêm e.

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê Hezîranê hat kirin, HDPê %13.1ê dengan bidest anî û derbasî parlamentoyê bû.

Piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn, Hevserokê HDPê Demîrtaş û namzedê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder gotibûn, “hinekan dengên xwe bi emanet dane me. Emê wan poşman nekin”.

Rudaw
Top