• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran dixwaze heveymaniya kurd û şîeyan berdewam be

Îran dixwaze heveymaniya kurd û şîeyan berdewam be
Çavkaniyek ji serkirdayetiya YNK aşkere dike, Îranê daxwaz kiriye ku hevpeymaniya kurd û şîeyan li Iraqê berdewam be, ji bo vê mebestê jî, biryare di rojên bê den Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm serdana Hewlêrê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Li gor ku çavkaniyekê ji nivîsgeha Serokomarê Iraqê ragihandiye, serdana Fûad Mehsûm bo Hewlêrê serdanek siyasî ye, navborî jî dê nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligl xwe bîne.

Çavkaniya Bas aşkere dike jî ku, ev demeke ku Hevpeymaniya Şîe li Iraqê pirsa çawaniya çareserkirin arîşeyên Bexda-Hewlêrê gotûbêj dikin. dema serdana wî bo Îranê jî, rayedarên welatê navborî daxwaz ji Fûad Mehsûm kirine ku navbênkariya kurd û şîeyên Iraqê bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, Heyder Ebadî çend pêşniyar bo çareserkirina arîşeyên ligel Hewlêrê pêşniyaz kirine, dê Fûad Mehsûm jî wan pêşniyaran ligel xwe bîne Hewlêrê.

Di vê derbarê de parlementera kurd li Bexdayê, Eşwaq Caf ew zaniyarî ji heftenameya Bas re piştrast kir û got ku, di heftiyên bê de Fpad Mehsûm serdana Hewlêrê dike û wê peyamê pêşkeşî Serokê Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve, çavkaniyekê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku, di paşerojeke nêzîk de, wê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê ligel berpirsên Îranê bicivin, mebest ji civînê jî, bihêzkirina hevpeymaniya kurd û şîeyan li Iraqê.

Eşwaq Caf balkişande ser nameya çaverêkirî ya Ebadî û got, peyam ji bo aramkirina rewşê û nehiştina aloziyan e, lê nizane dê peyam devkî yan nivîskî be.

Basnews
Top