• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş sînyalên hevpeymaniyê dan

Demîrtaş sînyalên hevpeymaniyê dan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Dermîrtaş nîşaneyên avakirina hikûmeta hevpeymaniyê dan.

HDPê ji bo helkefta sekeftina xwe ya di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyeyê de li Stenbolê ahengek li dar xist. Hevserokê HDPê Selahattin Dermîrtaş jî tevlî wê ahengê bû û li wê derê axaftinek pêşkêş kir.

Demîrtaş wiha got: “Divê Tirkiye ji hikûmeta hevpeymaniyê netirse. Dewlet bi wî awayî jî dikarê were rêvebirin. Li partî û namzedên me binêrin me hevpeymaniyek çawa pêk aniye. Rengîn e. Em li ser esasiyên demokrasî û azadiyê hatin ba hev. Tirkiye jî dikare li ser vê bingehê hikûmeta ava bike. Tirkiye namîne bê hikûmet. Divê aliyek rêveberiyê bike. Heger hin kesên ku rêvebiriye bikin dernekevin holê, em wek HDP ji bo rêvebiriya Tirkiyeyê amade ne.”

Derbarê pêvajoya çareserî û makezagonek nû de jî Demîrtaş wiha got:

“Me hêvî û hisên mirovahî geş kirin. Gelê Tirkiyeyê ji niha pê ve ji me, çareseriyê hêvî dike. Kurd û ermenî li bendê ne ku em çareseriyê pêk bînin. Gelê Tirkiyeyê xwest ji me re bibêje; divê hûn werin ba hev û bihev re pirsgirêkan çareser bikin. Em dê pêvajoya çareseriyê ku ji cihê mayî bidomînin. Em amade ne makezagonek nû diyarî gele xwe bikin.”

Dermîrtaş amaje kir ku ew ne ti projeyên navneteweyî ne, ew projeya gelê Tirkiyeyê ne û wiha got: “Wan bawer nedikir em dê benda hilbijartinê derbas bikin.”

Rudaw
Top