“Ew kesê ku mîtînga HDPê teqand, çekdarê DAIŞê ye”
Roja 5ê vê mehê di mîtînga HDPê ya Amedê de du teqîn çêbûn. Di encama wan teqînan de heta niha 3 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Roja 7ê Hezîranê, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu eşkere kiribû ku kesek ji ber teqînên Amedê hatiye girtin.
Li gorî rojnameya Zaman a Tirkiyê, ew kesê ku hatiye girtin çekdarê DAIŞê û navê wî jî Orhan G. ye.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku Orhan G. xelkê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye û heyamek e li Sûriyê tevlî DAIŞê bûye, roja 2ê Hezîranê ji Sûriyê vegeriyaye Tirkiyê ji bo ku mîtînga HDPê biteqîne.
Li gorî agahiyên wê rojnameyê, wî tohmetbarê teqînê, dema dîtiye polîs ti kesî teftîş nake bi bombeyan ve derbasî cihê mîtîngê bûye û bi kesekî destfroş re mijûlî suhbetê bûye, paşê bombeyên xwe daye wî û jê re gotiye, “di nav wan de poşêtan de madeyên hişber hene li wan miqat be heta ez têm…”
Her wiha hat gotin ku Orhan G. piştî teqînê xwestiye dîsa vegere Sûriyê lê li bajarê Dîlokê di malekê de hatiye girtin.
Ev agahî heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin.
Rudaw
