Daxuyaniya Erdogan li ser encamên hilbijartinan
Erdogan, îro di daxuyaniyeke nivîskî de encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê nirxand û ragihand, li gorî encaman, ti partiyek nikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.
Serokomarê Tirkiyê ku ji duh ve heta îro danê piştî nîvro jî bêdeng mabû, anî ziman ku rêjeya beşdarî di hilbijartinê de bilind bûye û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku milletê me yê ezîz li hember demokrasiyê û îradeya xwe rijd e.” Erdogan wiha domand:
“Gotina milletê me bi ser her tiştî re ye. Li gorî encaman, ti partiyek nikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne lewma ez bawer dikim ku partiyên ku tevlî hilbijartinan bûne dê bi awayekî tendurist û rast encaman binirxînin.”
Erdogan di dawiya peyama xwe de spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir ku kariye erkên xwe bicîh bîne.
Rudaw
