Nêçîrvan Barzanî û Hecî Mehmûd behsa rewşa Kurdistanê kirin
Serokwezîrê Kurdistanê û Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê civiyan.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Silimanî îro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Muhemed Hecî Mehmûd civiya.
Di civînê de behsa rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên taybet bi bûdce û petrolê û herwiha cîhbicîh kirina peymana îmzekirî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.
Her di vê civîna han de behsa rewşa siyasî ya navxweyî a Kurdistanê û Îraqê jî hate şîrovekirin.
Her di civîna han de tekez li ser yekrêzî û yekhelwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî di rewşa niha de hate kirin.
Her di vê civîna han de encamên hilbijartinên parlementoya Tirkiyeyê jî hatin nirxandin û hêvî hate xwestin ku encamên han bibin handerek bo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê.
