• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK pîrozbahiya HDPê dike

PDK pîrozbahiya HDPê dike
Firekesyona Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê di daxuyaniyekê de bi boneya serkeftina Partiya Demokratiya Gelan HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de pîrozbahî li temamiya gelê Kurdistanê û HDP dike.

Di daxuyaniya firekesyona PDKê di perlementoya Kurdistanê de ku kopiyek jê gihabû BasNews hatiye: “Bi boneya serkeftina piroseya hilbijartinan li Tirkiyê û serkeftina HDPê bi derbasbûna benda 10% di hilbijartinên wî welatî de, Em pîrozbahiya hemî gelê Kirdistanê dikin.”

Firekesyona PDKê amaje bi wê jî kir: “HDPê dikare pirsa demokratiyê û doza Kurd li Tirkiyê ber bi kenarekî aram ve bibe lewma em hêvîdarin ku ev serkeftin bibe alîkarekî bi hêz di vê derbarê de

Daxuyaniya firekesyona PDKê di perlementoya Kurdistanê

Bi boneya serkeftina piroseya hilbijarinên Tirkiyê û serkeftina HDPê bi derbasbûna benda 10% di hilbijartinên wî welatî, Em pîrozbahiyê li hemî gelê Kurdistanê dikin û hevîdarin ev serkeftin bibe fakterekî bi hêz ji bo piroseya Aştî û qebûlkirna hev, HDPê dikare di piroseya demekratiyê de pirsa Kurd bighîne kenarekî aram lewma em hêvî dikin ku ev serkeftin bibe fakterê bi hêz ji bo vê pirsê.

Mihemed Elî Yasîn

Basnews
Top