PDK pîrozbahiya HDPê dike
Di daxuyaniya firekesyona PDKê di perlementoya Kurdistanê de ku kopiyek jê gihabû BasNews hatiye: “Bi boneya serkeftina piroseya hilbijartinan li Tirkiyê û serkeftina HDPê bi derbasbûna benda 10% di hilbijartinên wî welatî de, Em pîrozbahiya hemî gelê Kirdistanê dikin.”
Firekesyona PDKê amaje bi wê jî kir: “HDPê dikare pirsa demokratiyê û doza Kurd li Tirkiyê ber bi kenarekî aram ve bibe lewma em hêvîdarin ku ev serkeftin bibe alîkarekî bi hêz di vê derbarê de
Daxuyaniya firekesyona PDKê di perlementoya Kurdistanê
Bi boneya serkeftina piroseya hilbijarinên Tirkiyê û serkeftina HDPê bi derbasbûna benda 10% di hilbijartinên wî welatî, Em pîrozbahiyê li hemî gelê Kurdistanê dikin û hevîdarin ev serkeftin bibe fakterekî bi hêz ji bo piroseya Aştî û qebûlkirna hev, HDPê dikare di piroseya demekratiyê de pirsa Kurd bighîne kenarekî aram lewma em hêvî dikin ku ev serkeftin bibe fakterê bi hêz ji bo vê pirsê.
Mihemed Elî Yasîn
Basnews
