PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
Polîtburoya PDKÎ di peyamekê de serkeftina HDPê di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê de pîroz kir û ragihand, ew hêvîdar in encamên hilbijartinên Tirkiyê bibin sedema geşekirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyê û kurdên Bakur bikarin maf û azadiyên xwe bidest bînin.
Naveroka Peyama PDKÎ bo HDPê wiha ye:
“Bo serokatiya birêz ya HDPê,
Bo Birêz Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş,
Silav!
Em wek polîtburya PDKÎ serkeftina we di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015ê de li we pîroz dikin û bi rêya we re jî li endam û alîgirên HDPê û li hemû xûşk û birayên xwe li Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û kêfxweşiya xwe ji bo vê serkeftinê nîşan didin.
Em hêvîdar in encamên vê hilbijartinê bi taybet serkeftina HDPê bibin sedema geşekirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyê û kurd bikarin maf û azadiyên xwe bidest bînin.”
Rudaw
