Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo serkeftina hilbijartinên Tirkiye
Bi helkefta serkeftina hilbijartina Parlemena Tirkiye pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelên Tikiye û hemû partiyên beşdarbûyên hilbijartinê dikim. Serkeftina vê hilbijartinê belgeye li ser wê yekê ku demokrasî li Tirkiye gihîştiye astekî bilindê pêgihiştinê.
Gelek jî xweşhal bûm ku Kurd yekemîn care karî li keşûhewayekî demokratîk da li çarçêweya partiyekî siyasî bigihe parlemena Tirkiye. Eve ji bo pêşxistina aştî û demokirasiyê destkeftekî girînge. Her bi vê helkeftê jî destxweşiyê li serkirdayetî û endam û alîgirên Partiya Demokratika Gelan dikim.
Wekî ku çawa berê palpiştê pêşveçûna proseya aştî û demokrasiyê bûn li Tirkiye, piştî niha jî li vê piştevaniyê da berdewam dibîn. Hêvîdarim ev destkeft bibê cihê berfirehtirbûn û kûrtirbûna aştî û birayetiyê li Tirkiye û asewarên sïtemkarî û înkar û cûdakariyê nemîne.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.06.2015
