• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK hêzek mezin bi çekê giran dibe Kêleşînê

PKK hêzek mezin bi çekê giran dibe Kêleşînê
Metirsî heye ku tevgera hêzên PKK li deverê bibe sedema têkçûna agirbesta di navbera PKK û PDKÎ de.

Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê PKK hêzek mezin bi çekên giran ber bi navçeya Keleşînê birin û Îran jî li wê deverê hêza xwe tevgerand û navndên xwe yên leşkerî yên kevin li devrê nû dike.

Çavkaniyek Emnî agahdar taybet ji BasNews re ragihand, duh 7 Hizêranê li Berbizîn, Keleşîn û gundê Zîn gêrîlayên PKK hêzek mezin bi çekîn giran bi araseyê Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê PKDÎ û Hizba Demokrata Kurdistanê HDK tevgerandin.

Çavkaniya BasNewsê tekez jî kir ku tevgera gêrîlayên PKK li wê deverê cê metirsiyê ye û dibe ku bibe sedema têkdana agirbesta li wê navçeyê de, bi taybet ku wê Îro dangdan li Tirkiyê bi dawî bibe.

BasNews ji bo wergirtina zaniyariyên bêhtir hewil da ku peywendiyê bi berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê Demhat Egîdre bike lê peywendî nehat girêdan, ji aliyekî din ve Endamekî Derfterî siyasî PDKÎ ku nexwest navê wî bi ti şêweyekî eşkere bibe ew Nûçe piştrastkirin û got jî: “Belê PKK û Îran li navçeyê hêzên xwe tevdigerînin û komdikin, lê belê em naxwazin pirsê mezin bikin ji bo wilo em naxwazin hûn van nûçeyan li ser zimanê me belavbikin.”

Endamê komîta navendî û fermandeya Pêşmergeyên PDKÎ li Kêleşînê “Sedîq Derwîşî” ji BasNews re ragihand: “Îran li sînorê Kêleşînê dest bi komkirina hêzê dike û ew hemî cihên ku berî niha jê vekişyabû nû dike û hêzê têde bi cî dike li gel çekên giran mîna Katiyoşa û Topan ji pêvî çend Firokeyên Hîlokopter li wir bi cî kirine û rojane hêzê li deverê zêde dike.”

Derbarê komkirina hêzê li wê deverê ew endamê komîteya navendî ya PDKÎ got: “Derbarê tevgera hêza PKK ez naxwazim ti gotinê bêjim.”

Roja 24.05.2015 bi sedema pirsgirêka ku li Kêleşînê di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê, PKK û PDKÎ şer kirin û Pêşmergeyek şehîd ket û sê jî birîndarbûn û du gêrîlayên PKK jî bi dîl ketin destê Pêşmergeyên PDKÎ, lê piştî xwestina lêborînê Pêşmergeyên PDKÎ ew dîl azad kirin.

Ev pirs hat hole piştî ku mefrezeyek Pêşmergeyên PDKÎ çûn wê navçeyê û Gêrîlayên PKK ji wan xwestibûn ku wê deverê çol bikin ji ber ku ev heye demek dirêj ew dever di bin kontirola wan deye.

Basnews
Top