Viyan Dexîl: peywendiyên Êzidî û Xiristiyanan di metirsiyê de ne
Endameke Kurd di perlementoya Îraqê de ji ber piroseya bangxwaziya Xiristiyanan di nav penaberên Kurdên Êzidî de li Herêma Kurdistanê hereşe li peywendiyên Êzdî û Xiristiyanan heye.
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek bo BasNews hate şandin Xanima Kurd di perlementoya Îraqê de “Viyan Dexîl” ragihand ku di dema ku peywendiyên di navbera Êzidî û Xiristiyanan de birane, dostane û pê pirsgirêkin, lê belê niha hejmarek rêxistinên bangewaziyê xirstiyanan di nav penaberên Êzidiyên ku di kampan de dijîn çalakiyan dikin û dixwazin rewşa wanî xerab ji berjewndiyên xwe re bikarbînin û bihêlon Êzidî dest ji ola xwe berdin.
Ji aliyekî din ve wê xanimê di daxuyaniya xwe de gotiye: “diyare Xirstiyan ji bîr dikin ku Êzidiyan ji ber ola xwe dest ji navçeyên xwe berdan û aware bûn”
Herwiha wê xanima kurd ev hewla xiristiyanan bi tundî şermezar kir û bi pêngava xeter û metirsî da nasîn û “peywendiyên di navbera Êzdî û Xiristiyanan xirab dike.”
Basnews
