• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dermîrtaş: Em êdî bûne partiyek a Tirkiyeyê

Dermîrtaş: Em êdî bûne partiyek a Tirkiyeyê
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş dibêje ew êdî bûne partiyek a Tirkiyeyê ya rast.

Di encama hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de HDP bi rêjeya ji sedî 12,80 benda hilbijartinan derbas kir û dê bi 78 parlamenteran di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih bigire.

Hevserokên HDPê li ser serkeftina partiyan xwe li Stenbolê civînek a çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş wiha got:

“Em êdî bûne partiyek a Tirkiyeyê ya rast ev yek jî ji bo me şanazî ye.

Selahattin Demîrtaş anî ziman ew serketinek hevbeş a aliye çepê û wiha domand: “Ev serkeftin a bindesta, hêjar, karkeran, jinan û kesên ku aştî û demokrasî xwazanan e.”

Demirtaş amaje kir ku sîstema serokatiya bi wê encamê dê çênebe û êwe di avakirina hikûmetê de hevkariya AK Partiyê nekin.

Demîrtaş, ji bo hemû partî û rêxistinên ku bi wan re ketin nava îtîfaqê û hevkariya wan kir spasiyên xwe anî ziman.

Rudaw
Top