Nêçîrvan Barzanî: Li hember Bexdayê bijardeyên din hene
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro serdana bajarê Silêmaniyê kir û bi Encumena Parêzgeha Silêmaniyê re civiya û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.
Di wê serdanê de her yek ji Cîgirê Serokwezîr, Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan jî bi Nêçîrvan Barzanî re bûn û di civîna îro ya Encumena Parêzgeha Silêmaniyê de amade bûn.
Piştî civînê, Barzanî di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand: “Belênder û hilbirênerên bajrê Silêmaniyê bêhna wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gellekî fireh bû. Em jî dê bi awayekê cidî hewl bidin arîşeyên wan çarerser bikin.”
Di berdewamiya axaftinên xwe de Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Min niha zanî ku arîşeya belênderan gellekî ji wê yekê mezintir bû ku min texmîn dikir. Ew yek jî dê bibe sedem ku em biryara pêwîst ji bo çarerserkirina arîşeyan bidin.”
Derbarê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Ew rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em hez dikin û hewl didin arîşeyên xwe bi Bexdayê re çareser bikin. Bêhna me fereh bû û me ligel Bexdayê hewl da.”
Barzanî ragihand: “Lê Hikûmeta Bexdayê bi rêkeftina xwe ligel Kurdistanê pêbend nebûye. Eger em gihîştin wê baweriyê ku em bi Bexdayê re nagihêjin ti çaresreriyekê, wê demê dê bijardeyên din li pêşiya me hebin û em dê berê xwe bidin wan bijardeyan.”
Serokwezîrê Barzanî behsa hejmara penaberên ku ji ber şer ji Iraq û Sûriyê ve berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, kir û got: “Zêdetirî 1 milyon û 800 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene. Herêma Kurdistanê dergehên xwe heta niha jî vekirî hîştine, lê em naveşêrin ku Herêma Kurdistanê rastî barekî giran hatiye. Ji ber wê jî pêwîst e civaka navdewletî bêtir alîakriya Herêma Kurdistanê bike û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê daxwaza piştevaniyê ji civaka navdewletî kiriye.”
Derbarê naveroka civîna wî ligel encumena parêzgeha Silêmaniyê û biryarên ku di civînê de hatine dan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Hinek biryar îdarî bûn. Beşek ji wan taybet bûn bi awayê birêveçûna karûbaran. Herwiha behsa darayiyê hat kirin ku pêwendî bi arîşeya navbera Hewlêr û Bexdayê heye û em hêvîdar in, di demek zû de bê çareserkirin.”
Derbarê pirsa yekgirtina Wezareta Kehreba û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî de jî Barzanî got: “Arîşeya Wezareta Kehrebayê pêwendî bi birayên Yekgirtû yan Wezîrê Kehrebayê ve nîn e, ku em bêjin xwedê nexwastî ji karê xwe nizane, berovajiyê wê yekê, wî gelek karên baş kirine û di bingeh de jî gerek herdu wezaretên Kehreba û Çavkaniyên Xwezayî yek wezaret bin."
Nêçîrvan Barzanî derbarê mijara deynên navdewletî û pesendkirina wê biryarê de, sipasiya Parlamnetoya Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî kir û ragihand: “Deynên navdewletî tenê ne girêdayî aliyê aborî ye, lê belê pêwendî bi aliyê siyasî jî heye. Piştî îmzekirina wê biryarê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve, Hikûmet dê bi bankên cîhanî re dest bi gotûbêjan bike.”
Rudaw
