Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawîya Mamosta Ehmedê Qazî
Malbata rêzdara Qazî li Mehabad
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya rewşenbîr û nivîskar û kesayetiyê nîştîmanperwerê Kurdistanê, Mamosta Ehmedê Qazî gihîşt me.
Mamosta Ehmedê Qazî çendîn sale xizmeta ziman û wêjeya Kurdî kir û mil bi milê mamosta Hejar û Hêmin, kovara Sirwe wekî diyariyekî bi nirx pêşkêşî edeba Kurdî kirin. Berhemên Mamosta Ehmed, li nivîsîn û wergêranê de, li rêza giranbiha ya edebiyatê daye û ji destdana wî rewşenbîrî kelênekî zêde bi cîh dihêle û ziyaneke mezine.
Li vê boneya xemgîn de pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê nîştîmanperwerê bajarê Mehabad û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim Mamostayê xwedê jê razî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.06.2015
