• Wednesday, 18 February 2026
logo

Osman Ocalan: Eger HDP bendê derbas neke şer dê dest pê bike

Osman Ocalan: Eger HDP bendê derbas neke şer dê dest pê bike
Endamê berê yê rêveberiya PKKê Osman Ocalan diyar kir ku eger HDP nekare benda hilbijartinan derbas bike li Tirkiyê şer dest pê bike.

Endamê berê yê rêveberiya PKKê û birayê Rêberê PKKê, Osman Ocalan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser hilbijartinên Tirkiyê, rojeva siyasî nêrînên xwe anî ziman.

Osman Ocalan diyar kir ku eger HDP nekaribe benda hilbijartinan derbas bike dê li Tirkiyê şer dest pê bike û wiha got: “Çimkî baweriya HDP û Qendîlê bi xebata siyasî tine.”

Ocalan anî ziman ku kurd dixwazin li Tirkiyê di rêya siyasî de bimeşin lê benda hilbijartin astengiyê çêdike.

Wî rayedarê berê yê PKKê her wiha destnîşan kir ku pirsgirêka kurd li Tirkiyê tenê bi partiyekê nayê çareserkirin û wiha axivî: “Divê him kurdên AKP, him kurdên CHPê him jî kurdên HDPê li hev kom bibin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”

Birayê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew êdî naxwaze jê re bêjin “endamê berê yê PKKê” û wiha got: “Piştî ku PKKê êrişî PDKÎ kir ez êdî naxwazim ji min re bêjin endamê berê yê PKKê”.

Osman Ocalan pêvajoya çareseriyê jî wek firsendekê dît û got, rast e AKP xeletiyan dike lê hêza herî ku ji diyalogê re vekirî ye AKP ye û divê kurd vê yekê bibînin. Ocalan wiha axivî: “Sala 2003ê me ev yek dît lê rayedarên PKKê ev yek nedîtin.”

Rudaw
Top