Wê hunermenda tirk “ji kerba” dengê xwe da HDPê!
Hunermenda tirk a bi navê Hîlal Cebecî, ku li Tirkiyê bi gotinên xwe yên sosret navdar e, teqînên ku roja 5ê vê mehê di mîtînga HDPê de li Amedê çêbibûn, şermezar kir û li ser twîttera xwe eşkere kir ku dê dengê xwe bide HDPê.
Hîlalê diyar kir ku ew ji kerba siyasiyên ku HDPê dikin hedef û dibin sedema mirinan, dê dengê xwe bide HDPê.
Twîta Hîlal Cebebî li ser HDPê:
“Ez ji kerba wan siyasetmedarên ku berovajî demokrasiyê HDP dikin hedefa êrişên xwe û dibin sedema mirina mirovan, dengê xwe didim HDPê”.
Rudaw
