• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hesekê û Şedadî çi diqewime?

Li Hesekê û Şedadî çi diqewime?
Hêzên rejîma Sûriyê çekdarên DAIŞê neçar dikin ku ji başûrê Hesekê vekişin û “43” çekdar tevlî malbatên xwe hatine kuştin.

Şer û pevçûnên di navbera hêz û alîgirên rejîma Sûriyê û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de li başûrê bajarê Hesekê derdewamin, heta niha jî “48” çekdarên rêxistina navborî hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovanê, hêz û firokeyên rejîma Sûriyê çekdarên DAIŞê neçar kirin ku vekişin, niha jî şer û pevçûn li derdora girtîgeha zarokan û kompaniyaya elektrîkê berdewamin.

Roja 30 Gulana borî, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr ve êrîşa li ser Hesekê destpêkirine, niha jî girtîgeha zarokan û kompaniyaya elektrîkê (2 K.M dûrî navenda bajêr), gundê Dawdiyê û çend navçeyên din jî ketine dest çekaran de.

Di wan êrîşan de, 11 çekdarên DAIŞê bi otombîlên bombekirî xwe bi pêgeh û bazgehên hêzên rejîma Sûriyê ve teqandine, di encam de herî kêm 71 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin, li gor ku Rewangehê belav kiriye.

Ji aliyê DAIŞê ve jî, herî kêm 48 çekdar hatine kuştin.

Li Şedadî (45 K.M başûrê Hesekê) jî, ji encama operasyonên ezmanî, herî kêm 43 çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe hatine kuştin.

Heta niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevlî şer nebûye, ji ber ku şer negehiştiye navçeyên kurdan li Hesekê, yên ku di bin kontrola YPG de ne.

Basnews
Top