Peyama Serokwezîr Barzanî li ser hilbijartinên Tirkiyê
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li bajarê Silêmaniyê di Platfora Silêmaniyê ya parêzgehên Iraqê de axaftinek pêşkêş kir.
Serokwezîr Barzanî di dûmahîka axaftina xwe de behsa hilbijartinên giştî yên Tirkiyê jî kir û wiha got:
“Ez pîrozbahiyê li gelên Tirkiyê dikim ku îro parlamentoya xwe ya nû hildibijêrin. Ez hêvîdar im ev hilbijartin bibe sebeba zêdebûna xêr û aştiyê li Tirkiyê. Hêviya me ew e ku dengdan bi aramî pêk were û encamên wê ji bo hemû Tirkiyê baş bin. Her wiha hêviya me ew e ku piştî hilbijartinan pirsgirêka kurd were çareserkirin. Ez ji niha de pîrozbahiyê li hêz û aliyên serkeftî yên hilbijartinan dikim.”
Rudaw
