Şerê hilbijartinê: 15 kes birîndar bûn
Li gorî medyaya Tirkiyê, li du taxên navçeya Ebûbiye ya Rihayê, dema komek HDPyî dixwestin serdana navendên dengdana hilbijartinên Tirkiyê bikin, rastî êrişa alîkarên partiyên hevrik hatin.
Hat gotin, di wî şerî de ku kêr, dar û tifingên nêçîrê hatin bikaranîn, 15 kes birîndar bûne.
Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê îro li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin. Dengdanê saet 08:00 dest pê kiriye û dê saet 17:00 xilas bibe.
Rudaw
