Wezîrê Derve yê Belcîkayê serdana Hewlêrê dike
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa (YE) Dilawer Ajgeyî îro, 7ê Hezîranê, ragihand ku, Wezîrê Derve yê BelcîkayêDidier Reynders dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bicive.
Dilawer Ajgeyî diyar kir jî ku, biryare serdan di heftiya bê de were encamdan, lê roj diyar nekir.
Navborî amaje kir ku, dê serdana Didier Reynders tenê ji bo Hewlêrê be û serdana Bexdayê nake.
Herwiha dê Didier Reynders serdana Urdinê jî bike û ligel Şah Ebdulla Kurdê Huseyn jî bicive.
Basnews
