• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tohmetbarekî teqînên Amedê hat girtin

Tohmetbarekî teqînên Amedê hat girtin
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu eşkere kir ku kesek bi tohmeta ku destê wî di teqînên Amedê de hebûye, hatiye girtin.

Ahmet Davûtoglu, îro piştî ku li Konyayê dengê xwe avêt sindoqê, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Davûtoglu li ser teqînên roja 5ê vê mehê yên Amedê ragihand ku şeva borî kesek ji ber wan teqînan hatiye girtin.

Roja 5ê vê mehê di mîtînga HDPê de du teqîn çêbibûn, di encamê de 3 kes miribûn û zêdetirî 360 kes jî birîndar bibûn.
n.

Rudaw
Top