Di êrişa şaş a balafiran de bi dehan serbazên Iraqê hatin kuştin
Îro şemî çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê ragihandin, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi şaşî êrişî hêzek Iraqî li navçeya Felûceyê kirine. Li gor agahiyên destpêkê di encama wê êrişa şaş de, bi dehan serbazên Iraqê hatine kuştin û çend serbazên din jî birîndar bûn.
Li gor wan çavkaniyên Iraqê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi şaşî cihê kombûna hêzeke artêşa Iraqê li baregha Firqeya Yek a artêşa wî welatî li nêzîkî Felûceyê kirine armanca êrişên xwe û di encam de hejmareke zêde ya serbazên Iraqê bûne qurbanî.
Bajarê Felûceyê dikeve parêzgeha Enbarê û bi qasî 60 km li bakur rojavayê bajarê Bexdayê dûr e. Li gor daneyên nefermî 326 hezar kes ji rûniştvanên wê parêzgehê ku piraniya wan erebên Sunnî ne, ji ber kontrolkirina navçeyên wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve war û cihên xwe berdane û ber bi cihên ewle reviyane.
Hêzên artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî niha hewl didin parêzgeha Enabrê li dest çekdarên DAIŞê derbînin û dîsan wan navçeyan kontrol bikin.
