• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Mexmûrê bombeyek kîmyawî ya DAIŞê hat teqandin

Li Mexmûrê bombeyek kîmyawî ya DAIŞê hat teqandin
Îro 6 Hizêranê li bakurê qeza Mexmûrê Pêşmerge û Hêzên Hevpeymaniyê bombeyek kîmyawî ku DAIŞê li şûna xwe hiştbû teqandin.

Berpirsê ragihandina fermandariya eniya Mexmûrê “Ehmed Enwer” ji BasNews re ragihand: “Îro Hizêranê tîmên endizyarî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bombeyek teqandin ku çekdarên DAIŞê ew li pey xwe hiştibû di dema ku ew dever dagîrkirbûn”

Herwiha navborî derbarê madeya di wê bombeyêde got: “Ew bombe xaza kîmyawî ku tê gumankirin (Kilor)be têde bû û ji aliyê tîmên endizyariyên Pêşmerge û Hevpeymanê li nêzîkî gundê (Geresor) bi dûrayiya 8 km li bakurê qeza Mexmûrê di rêya (TNT) re hat teqandin heta ku ti ziyan negihê xelkê deverê.”

BasNews
Top