Li Mexmûrê bombeyek kîmyawî ya DAIŞê hat teqandin
Berpirsê ragihandina fermandariya eniya Mexmûrê “Ehmed Enwer” ji BasNews re ragihand: “Îro Hizêranê tîmên endizyarî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bombeyek teqandin ku çekdarên DAIŞê ew li pey xwe hiştibû di dema ku ew dever dagîrkirbûn”
Herwiha navborî derbarê madeya di wê bombeyêde got: “Ew bombe xaza kîmyawî ku tê gumankirin (Kilor)be têde bû û ji aliyê tîmên endizyariyên Pêşmerge û Hevpeymanê li nêzîkî gundê (Geresor) bi dûrayiya 8 km li bakurê qeza Mexmûrê di rêya (TNT) re hat teqandin heta ku ti ziyan negihê xelkê deverê.”
BasNews
