• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Barzanî peyama Amedê

Ji Barzanî peyama Amedê
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di peyamekê de teqînên Amedê şermezar kir û hêvî xwest ku, hilbijartinên wî welatî di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de bin.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi mixabinî roja duhî di girseyekî cemawerî ya ji bo kampanyaya hilbijartinan, li bajarê Amedê 2 teqîn rûdan, ku tê de hejmarek welatî bûn qurbanî û ew bûyer bû sedema dirustbûna guman û tirsa welatiyan.”


Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wan teqînan şermezar dike û hêviyê dixwaze ku hilbijartinên Tirkiye di berjewendiya gelên wî welatî de bigihên encamê.

Herwiha Barzanî hêvîxwaz e ku hilbijartin di rewşeke aram û di keş û hewayeke demokratîk de birêve biçe û xizmeta pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiye û aramiyê bike.

Rudaw
Top