• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê teqîna Amedê şermezar kir

Hikûmeta Kurdistanê teqîna Amedê şermezar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdu teqînên ku duh li bajarê Amedê yên di mîtîngên HDPê de pêk hatin, bi tundî şermezar kir.

Duhî li Qada Îstasyonê ya Amedê bi beşdariya hezaran kesan mîtînga HDPê dest pê kir. Di cihê mîtîngê de 2 teqîn çêbûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê teqînên Amedê derxist û tê de tevî şermezarkirinê, serxweşî li malbatên qurbaniyan kir û selametî jî ji birîndaran re xwest.

Di daxuyaniyê de, Encumena Wezîran herwiha hêvî dike ku hemû aliyek li ser xwe bin û tebdîrên yasayî bi encam bigihin.

Encumena Wezîran teqînên li Amedê wek tirsonek bi nav kiriye û hêvî dike ku ew nebe sedema ku bertekên neberpirsiyarane li pey werin û di dawî roja kampanyaya hilbijartinan de jî rewşa giştî û birêveçûna pêvajoya dengdanê têk nede.

Rudaw
Top