• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî rola saziyên hikûmetê li Duhokê bilind dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî rola saziyên hikûmetê li Duhokê bilind dinirxîne
Di berdewamiya serdanan xwe ya bo Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Duhokê, digel walî, rêvebir û berpirsên yekîneyên îdareyê û saziyên hikûmetê li wîlayeta Duhokê civiya.

Beşdarên civînê behsa pirsgirêkên saziyên xizmetgozarî li sînorê wîlayeta Duhokê kir û pêdawîstiyên wîlayetê di hemû waran de weke; av, elektirîk, saxlemî, perwerde, şaredarî, xurak, emniyet, hêzên navxwe, rê û cadeyan kir û diyar kirin ku ji sedema şerê dijî terorê û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo wîleyata Duhokê barekî giran xistie ser hemû saziyên fermî.

Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya kar û xebatên saziyên xizmetgozariyên wîlateya Duhokê kir ku bi awayekî gelek baş pêşwazî li koçber û penaberan kir û hewandin û pêdawîstiyên rojane jê re dabîn kririn û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê hewil bide hemû pêdawîstiyên aliyên peywendîdarên tixûbê wîlayeta Duhokê dabîn bike daku bikaribin xizmetgozariyên pêwîst pêşkeş bi hevwelatiyan, koçber û penaberan bikin û saziyên hikûmetê weke pêwîst kar û çalakiyên xwe bi cî bikin.

Top