Serok Barzanî pîrozbahiya bîstemîn salvegera derçûna kovara Raman kir
Di civînê de fermandarên pêşmerge bi hûrgilî behsa rewşa bereyên cenga rûbirûbûna terorê kir û pêşhateyên dawiyê yên leşkerî li bereyên şer zelal kirin û gotin ku, pêşmerge bi moraleke bilind tixûbên deverê diparêze û dirbên kojek li terorîstên DAÎŞ dixe û çekdarên DAÎŞ li ser destê pêşmerge şikestinên mezin xwarine.
Di civînê de behsa hevkarî û hevahengiya nevbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ ku bi rêya balefirên leşkerî bingeh û çeperên terorîstan bombebaran dikin kir. Fermandarên hêzên pêşmerge ji bo baştirkirina rewşa pêşmerge çend daxwazî ji serokwezîr kirin.
Nêçîrvan Barzanî destxweşî li pêşmerge û pêşmergeyên xwebexiş kir ku, berdewam êrîşên terorîstan tokdişkênin û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên pêşmergeyên qehreman kir ku di şerê parastina Kurdidtanê ji terorîstan canê xwe bexşiye û şehîd bûne.
Di beşek din a axavtina xwe de, serokwezîr behsa giringiya rola pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û parastina deverên cudayên Kurdistanê bê cudahî kir û got ku civaka navdewletî bi çavê rêz û hurmetê li rola mêrxasaneya pêşmergeyê Kurdidtanê di warê parastina dever û pêkhateyên olî û neteweyî dinêre. Serokwezîr tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser xebat û hewlên xwe berdewam dibe ku Îraq û civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê mihtaciyên pêşmergeyê Kurdidtanê bi timamî dabîn bikin daku bikaribe baştir rûbirûyê terorîstan bibe û têkbişkîne.
