Serok Barzanî beşdarî li salvegera roja ji dayikbûna Şahjina Brîtanya kir
Li vê rêwresmê de ku hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê û Konsol û Nûnerên welatên biyanî li Hewlêrê amadebûn piştî xulekek rawestana ji bo canê şehîdan û xwendina sirûda Brîtanya, Iraq û Kurdistanê, Engus Mekî Konsolê Brîtanya li Hewlêr li gotarek da bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û ronahî xiste ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan ciheke gelek girînge. Li dirêjahiya axaftina xwe de jî behsa hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan li warên aborî û mirovî û her wiha hemahengiya di navbera artêşa Brîtanya û hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand. Paşê gotarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşkêş kirin û têda tekez li ser dostayetî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Brîtanya û berfirehtirbûna wan peywendiyan kirin.
Li beşekî dinê rêwresmê de Serok Barzanî ji nêzîk ve halê wan efserên Brîtanî pirsî ku li rêwresmê da amadebûn ku erkê meşq û rahênana hêzên Pêşmerge li ser milê wane û ji bilî wê destxweşî û spasî û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
