Nêçîrvan Barzanî: Biparêzgehbûn mafê xelkê Zaxo ye
Nêçîrvan Barzanî îro di merasîma vekirina Yarîgeha Zaxo ya Navdewletî de û beriya ku wê yarîgehê veke, goterek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Ez gellekî dilxweş im ku îro beşdar im ligel we di vekirina Yarîgeha Zaxoyê de, ku li ser astê Herêma Kurdistanê û Iraqê yarîgeha herî modern û herî xweşik e û ev yarîgeh li xelkê Zaxo pîroz be.
Barzanî wiha got: “Vekirina Yarîgeha Zaxo ya Navdewletî yadaşteke biçûk e bo wan qurbaniyên ku xelkê Zaxoyê dane û ev yarêgeh beşeke din e ji çîroka serkeftina miletê kurd.”
Derbarê daxwaza xelkê Zaxoyê, ku bajarê wan bibe parêzgeh, Barzanî wiha got: “Xizmeta xelkê Zaxo bersiveke bo ked û qurmanîdana wan û biparêzgehbûn mafê we ye. Xebata we, xoragiriya we û xizmeta we di her astekê de cihê serbilindiyê ye.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Xizmeta Zaxo yadaşteke piçûk e bo xebat û têkoşîn û qurbanîdana mezin a xelkê xweragir ên Zaxo, ku di hemû şoreş û serhildanan de can û xwîn û şehîd pêşkêşî Kurdistanê û miletê kurd kirine. Serkeftinên îro yên Kurdistanê bi xwîna geş a şehîdan e.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Îro xweragirî Hêzên Pêşmerge karek wisa mezin kiriye ku navê pîroz ê Pêşmerge li cîhanê deng veda ye. Li vir ez silv û rêzên xwe bo her pêşmergeyekî ji Xaniqîn heta eniyên şer li Şingalê dişînim û desxweşiyê û pîrozbahiyê li wan dikim.”
Serokwezîrê Kurdistanê derbarê van kirîzên ku rastî Kurdistanê hatine, wiha got: “Guvaşeke mezin li ser tevahiya xelkê Kurdistanê heye, lê birrîna budce û mûçeyan nebûye rêgir li pêşiya pêşkeftin û xizmeta welatiyên Kurdistanê.”
Di merasîma vekirina yarîgehê de mezintirîn Ala Kurdistanê hat bilindkirin ku dirêjiya wê 150 m re û mezinahiya wê 7 hezar metr çargoşe ye.
Çend agahî derbarê yarîgeha mezin a bajarê Zaxoyê:
Mezintirîn yarîgeh li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Odeya taybet bi guhertina cilûbergên lîstikvanan tê de heye.
Çîmenê yarîgehê ji curê Swêdî ye û di çend yarîgehên navdewletî de jî heman çîmen bikar hatiye.
Odeya taybet bi pizîşk û navbijîvan tê de heye.
20 milyon dolar ji bo çêkirina wê hatiye xerckirin.
Cihê 20 hezar temaşevanan têde heye.
12 dergehên wê hene.
Rudaw
