Fuad Husên: Hikûmeta Iraqê nehîşt kurd tevlî civîna Parîsê bibe
Roja 2ê Hezîrana îsal li Parîsê, dewlet û hêzên dijî DAIŞê civiyan. Di wê civînê de Serokwezîrê Iraqê Heyede Ebadî jî beşdar bû lê Herêma Kurdistanê bo civînê nehat vexwendin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Rûdawê re got ku hikûmeta Iraqê xeletiyek mezin kir ku nehîşt Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Parîsê bibe.
Fuad Husên diyar kir ku artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de ti serkeftinek bidest nexistiye lê Pêşmerge şerê DAIŞê dike û bi ser dikeve ji ber wê jî Ebadî xeletiyek mezin kir ku nûnerekî Herêma Kurdistanê bi xwe re nebir civînê.
Li gorî wî rayedarê Herêma Kurdistanê, tevlîbûna nûnerê Kurdistanê di civînê de dê bi sûda Iraqê jî ba çimkî dinyayê didît ku Iraqê hevgirtî ye.
Helbet ev cara yekemîn nîne ku kurd tevlî civîna şerê DAIŞê nabin, çimkî di civîna 22ê Çileya îsal a Londonê de jî kurd nehatin vexwendin.
Wê çaxê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî li dijî wê yekê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, kurd di şerê de şehîd dibin û bedelan didin lê îtibar û şiko ji bo Iraqê dimîne.
Rudaw
