Mistefa Hicirî: Pêşhatên Rojhilata Navîn bi sûda Kurdin
Sekreterê PDKI dibêje pêşhatên siyasî yên Rojhilata Navîn bi sûda Kurdin.
Sekreterê partiya demokrata Kurdistan- Iran Mistefa Hicirî di çarçoveya beşdarî kirin di semînarekî de li Amerîkayê behsa rewşa Rojhilata Navîn û doza gelê Kurd kir û ragehand ku rûdaw û pêşhatin siyasî yên Rojhilata Navîn bi sûda doza gelê Kurdin.
Hicirî eşkere kir ku çê bûna hevsengiyên nû yên siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn de vê fêdeke mezin bidin doza gelê Kurd.
