YPG li Kobanê û gundewarê Hesekê pêşvediçe
Çavkaniyên meydanî ji BasNews re ragihandin: şeva çûnî şervanên Kurd gundê Badî Silûk ku dikeve rojhilatê bajarokê Silûk li gundewarê rojhilatê Girê Sipî piştî şerekî giran ku di encamp de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan jî di dest hêzên YPGê de ne.
Li ser eniya çiyayê Qezwanê jî YPGê gundên (Ebû Ciradê, Xezûmiya, Til Mixir û gundê Elcafer) hatine rizgar kirin.
Herwiha li Kobanê YPG êrîşek DAIŞê li ser gundên Misxina û Mwasîr li rojhilatê Kobanê têkşikand û 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û otombîlek wan jî hat têkşikandin û di encam de jî şervanekî Kurd şehîd bû.
Ji aliyekî din ve jî Hikûmeta Tirkiyê rê da ew penaberên ku ji bajarokê Silûg û Girê Sipî revyabûn û ev heyamê du rojane ku ew li ser sînor asê di navbera bombeyên DAIŞê û bombeyên fermêsikrêj yên leşkerên Tirkiyê de mabûn ku ew derbasî Tirkiyê bibin.
Rudaw
