Kiliçdaroglû: Benda hilbijartinê encama derbeya 12 Îlonê ye
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû îro nîvroyê digel hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû bi ser rêya bejajî ji Xarpêtê Dêrsimê bû, li Meydana Seyîd Riza ya li navenda bajêr mîtîngekê li dar xist. Kiliçdaroglû yê ku bi xwe ji Dêrsîmê ye, got:
“Ez bi dêrsîmîbûna xwe serfiraz im. Dêrsim, welatê porespî û rîspiyan e. Gerentî û bîmeya aştiyê ew e ku kesek dêrsimî bibe serokwezîr. Kengê dêrsimiyek bibe serokwezîr dê hingê Tirkiyê aram bibe. Ez li gundek Anatoliyê yê jibîrbûyî ji dayîk bûm. Ez li vê axê hatim dunê. Ez çûm Enqere û Sitenbolê. Min li her dem li her derê got û ez ê bêjim ku bijî komar.”
Kiliçdaroglû, di berdewamiya axaftina xwe ya mîtîngê de da zanîn ku ew diçe kîjan bajarî dêrsimiyek tê cem wî daxwaza kar dike. Serokê Giştî yê CHPê di vî warî de wiha pê de çû: “Begên ku li Enqerê rûniştine, Dêrsîmê nabînin. Ez soz û belên Kiliçdaroglûyî didim we di serdema serokwezîrtiya min de ez ê li Dêrsimê kesek bêkar nahêlim.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû têkildarê benda hilbijartinê û bendavên ku li ser çem û robarên Dêrsîmê hatine çêkirin jî axivî û destnîşan kir ku ew li dijî qeyd û benda ne. Kiliçdaroglû, di vî bareyî de wiha axivî: “Hemû cîhan û hemû Tirkiye Munzûr dinase. Em ê rê nedin li newala Minzûrê bendav û santralê hîdroelektirîkê bên çêkirin. Em ê hergîz rê nedin ku ti kes û alî dest dirêjî sirûşta Dêrsimê bike. Dê Minzûr azad biherike. Em ê hem rê nedin bendavan hem jî rê nedin bendên siyasî. Bila ji Dêrsîmê hemû Tirkiye bibihîse. Em ê hiqûq û makeqanûna derbeya 12 Îlonê biguherîne.”
Kiliçdaroglû wiha domand: “Em zexta li ser gêncan rabikin. Benda hilbijartinê ya ji sedî 10 encamê hiqûqa derbeyê ye. Min bi eşkerayî bang kiribû û gotibû ku ´werin em benda hilbijartinê rabikin´. Ji me re gotin ku ´hûn ne jidil in. Min ferman da hevkarên xwe. Pirojeqanûna ku benda hilbijartinê ya ji sedî deh radike, amadekirin û pêşkêşî parlamentoyê kirin. Ez dixwazim vîna gel li parlamentoyê were niminandin. Ji bo hilweşandina benda hilbijartinê partiya me bangewazî belav kir.”
Piştî axaftinê, Kiliçdaroglû bi namzedên partiya xwe yên Dêrsimê re ji ser sewkiyê gul û qurnefîl belav kirin. Piştre Kiliçdaroglû ji bo mîtînga partiya xwe ya îro ket ser rêya bajarê Xarpêtê.
Rudaw
