• Wednesday, 18 February 2026
logo

Swêd jî hevkariya hêzên pêşmerge dike

Swêd jî hevkariya hêzên pêşmerge dike

Parlementoya Swêdê proje qanûna şandina Şêwermendên leşkerî bo Kurdistanê pejrand.

Duh parlementoya Swêdê di civîneke xwe de li ser proje qanûna şandina Şêwermendên leşkerî yên Swêdî bo Kurdistanê nîqaş kir û piştî giftûgoyeke berfire ew proje qanûna han bi piraniya dengan hate pejrandin.

Ev proje qanûna han bi hevbeşiya her du partiyên sosiyal demokrat û partiya kesk ya Swêdê hatibû amadekirin.

Di proje qanûna han de rê ji hikûmetê re hatiye dayîn daku 120 Şêwermendên leşkerî bo perwerde kirina hêzên pêşmerge bişîne Kurdistanê.

Her di vê derbarê de wezîrê derve yê Swêdê jî diyar kir ku vê di demeke zûde ew proje qanûna han cîhbicîh dikin û navendek bo hêzên Swêdî li Hewlêrê vedikin.
Top