Wezîrê pêşmerge û heyeteke Amerîkayî civiyan
Wezîrê pêşmerge pêşwaziya heyeteke leşkerî ya Amerîkayê kir.
Duh wezîrê pêşmerge Mistefa Seyêd Qadir bi amadebûna hijmareke rayedarên wezareta pêşmerge pêşwaziya heyeteke leşkerî ya Amerîkayê bi Serokatiya berpirsê nivîsgeha asayîşa hêzên Amerîkayê yên li Îraqê kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û Kurdistanê û herwiha rewşa aloz ya her du parêzgehên Enbar û Neynewayê hate kirin.
Her di civînê de heyeta Amerîkayî eşkere kir ku ew agehdarê rewşa her du parêzgehên Enbar û Neynewayê ne û tekez li ser vê yekê kir ku hewl bo azad kirina wan her du parêzgehan ji destê terorîstên DIŞIê didin.
Her di civîna han de behsa hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Amerîkayê bo şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin û heyeta Amerîkayî rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bi girîng wesif kir û amade bûna Amerîkayê jî bo dabîn kirina tevahiya pêdiviyên ew sê lîwayên ku biryare werin damezrandin diyar kir û hêvî xwest ew her sê lîwayên han bibine nimûneya jêhatîbûna hêzên pêşmerge.
